Festival li dijî nîjadperesti û metingeriyê 24. Tîrmehê 2021’an – Wê dîrokê di bîra xwe de bihêlin û hûn jî tevlî bibin!

QUARC komekê/î ku ji kesên queer ya ku li dijî nijadperestiyê û li diji metingeriyê disekinin pêk tê. Ew sazî jî xwe li Berlînê birexistin dike. QUARC, tevî hevalên xwe, îsal cara yêkemin festivalek li dijî kolonialismê li kolanên Berlinê lidar dixe.  Herwiha onlîne jî dikare bê şopandin.
Hûn dikarin piştgiriya xwe ji bo wê festîvalê bi tevlîbûna xebatên rexistin kirina xwepêşandan, bi parve kirina festîvalê ser sosyal medya, yan de bi parve kirina pankart û belavokan dibin. Û ji xwe herî baş ew e, eger ku hûn vê rojê bi me re dakevin qadan!
Em ê ji ber alikarî û piştgiriya we pir keyfxweş bin! Ji bo ku hûn jî tevlî bibin, ji kerema xwe re li ser navnîşana E-Mail’ê quarc-berlin@riseup.net xwe bigihînin me.
Di heman demê de heftane derfeta komcivînên rêxistinbuyinê jî hene. Ew jî her pênçşemê ji saet 19:30 heya 21:00’an çêdibe. Lê belê ew komcivîn tenê ji bo insanên ku dikevin nava LGBTIQP2S derbasdar e. Ger hûn jî bixwazin beşdar bibin, wê demê li ser lînka „zoom“ me agahdar bikin! Em bị kelecanekî mezin bi hêvî û baweri ne, ku em ê bi hev re festîvalekî radîkal, queere û li dîjî nîjadperestiyê li Berlînê bikaribin lidar bixin. Di heman dem de em ê bi hev re diruşmeyan xwe bavêjin, dîlanê bigrin û serî hildin.